Artêşa Îranê li Kirmaşanê dest bi tetbîqateke leşkerî dike
Hewlêr (Rûdaw) - Îran li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê dest bi tetbîqateke leşkerî dike û dê du rojan bidome.
Qaymeqamê bajarê Qesrî Şîrînê yê parêzgeha Kirmaşanê Mihemed Şefîî ragihand ku Artêşa Komara Îslamî ya Îranê îro dê li bajarê Qesrî Şîrînê yê parêzgeha Kirmaşanê dest bi tetbîqateke leşkerî bike.
Qaymeqamê Qesrî Mihemed Şefîî Şîrînê hişyarî da welatiyan û got, “Eger we dengê teqînan bihîst, bila ji we re asayî be.”
Mihemed Şefîî her wiha xwest ku ti welatî neçe wan deverên ku tetbêqat lê tê kirin.
Li gorî gotina Qaymeqamê Qesrî Şîrînê, tetbîqat dê saet 11:00an dest pê bike û heta saet 20:00yan bidome.
Şefîî got, “Armanca tetbîqatê baştirkirina şiyanên hêzên çekdar e” û amaje pê kir ku Komara Îslamî ya Îranê dê bi hemû şiyan û hêza xwe parastina sînorên xwe bike.
Pêkanîna tetbîqata leşkerî ya Îranê ya li Kirmaşanê di demekê de ye ku aloziyên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Amerîkayê de zêde bûne.