Li Mêrdînê agir bi malekê ket: 2 mirî, 2 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, agir bi malekê ket, 2 kes mirin û 2 kes birîndar bûn.

Li gundê Heremhedadê yê Qoserê îro ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi mala malbata Kuzuyan ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Agir ji aliyê tîmên agir vemirandinê ve hat vemirandin, lê di encama agir de Hamît Kuzu û Azîze Kuzu canê xwe ji dest da û Huseyin Kuzu û Ahmet Kuzu jî bi giranî birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê Huseyin Kuzu û Ahmet Kuzu birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.

Hat zanîn rewşa tenduristiyê ya her du birîndaran giran e.

Li ser bûyerê bûyerê dest bi lêpirsînê hat kirin.