Bazirganên Dêrsîmê piştgiriyê didin banga Ocalan

02-03-2015
SERKAN İNCE
A+ A-

Dêrsîm (Rûdaw) - Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Dêrsîmê ragihand, ew piştgiriyê didin bang Ocalan a çekdanînê.

Çend roj berê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi rêya şanda Îmraliyê re banga çekdanînê li PKKê kiribû.  

Bi armanca piştevaniya qonaxa nû ya 'pêvajoya aştî û çareseriya pirsa Kurd', li ser navê Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Dêrsîmê,Yûsûf Cengîz ji çapemeniyê re daxuyand.

Cengîz destnîşan kir ku ew wekî bazirgan û pîşesazên Dêrsîmê, piştevanên jidil ên 10 madeyan in ên ku ji aliyê HDP û Hikûmeta AKPê ve hatin eşkerakirin û wiha pê de çû:

"10 xalên pakêta demokrasiyê ya ji aliyê şandên HDP û hikûmetê ve hatin ragihandin, pêwîst e hikûmet di zûtirîn demê bixe rojeva xwe û pêwîstiyên makeqanûnî bi cih bîne. Divê pakêta ewlekariya navxweyî ji nû ve were sererastkirin; bi gavavêtinên hikûmetê re lazim e PKK xatir ji çekan bixwaz û divê bi vî awayî pêvajoya aştiyê bigihêje encamekê."

Cengîz, got ku ji bo berdewamiya 'pêvajoya çareseriyê' divê her kes û alî berpirsyariyên dikeve ser milên wan, cîbicî bikin.  

Cengîz, bilêv kir ku ew wekî Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê hewl didin pêvajoya aştî û çareseriyê bigihêje encameke erênî. Cengîz, got ku jûra wan 'hevdîtinên Qendîl, hikûmet û Îmraliyê' pir girîng û hêja dibînin.

Wî karsazê Dêrsimî her wiha bal kişand ser rewşa herêmê û diyar kir ku yek ji devera ku herî zêde ketiye bin bandora şerê 30 salên dawî, bêguman Dêrsîm e. Cengîz, wiha dirêjî da axaftina xwe:

"Dêrsîma ku 40 sal berê 165 hezar kes dihewand, niha şêniyên wê derdora 80 hezarî ne. Dêrsîm, bi cotyarî, ajeldarî, geştyarî û bedewiyên xwe yên sirûştî re dikare 500 hezar mirovî xwedî bisitirîne. Ji ber potansiyela cotyarî, sirûştî, ajeldarî, mozdarî û geştiyariyê bala me yekser dikşîne ser pakêta pêvajoya aştiyê."

Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Dêrsîmê Yûsûf Cengîz diyar kir ku ew naxwazin êdî mirov bên kuştin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst