Li Sêwazê kesekî birayê xwe kuşt

02-03-2025
RÛDAW
Nîşan Sêwaz erdar Furkan Dogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê kesekî birayê xwe bi kêrê kuşt.

Li gor zanyariyan, li navenda bajarê Sêwazê di navbera xortê bi navê B.D. yê 16 salî û birayê wî Serdar Furkan Doganê  24 salî de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Piştî demek ji nîqaşê B.D. birayê xwe da ber kêrê û bi giranî birîndar kir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan wî Serdar Furkan Doganê birîndar bir nexweşxaneyê.

Lê tevî hewldanên bijîşkan wî Serdar Furkan Dogan canê xwe ji dest da.

Hat zanîn ku B.D. jî piştî bûyerê ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Dronek / Wêne: Rûdaw Grafîk

Li Dêgeleyê êrişa dronî: Kampa ku jin û zarok lê dimînin hat bombebarankirin

Endamê Desteya Kargêrî û Berpirsê Navenda Pêşmergeyan a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) Kawe Behramî ji Rûdawê re ragihand