DERIYÊ SÎNORÎ YÊ HERETÊLÊ - Şahid behsa rewşa Îranê dikin
Wan (Rûdaw) - Bi destpêka şer û êrişên li dijî Îranê re liv û tevgera li deriyên sînorî zêde bûye û xelkê Îranê berê xwe daye Deriyê Sînorî yê Heretêlê yê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de ye.
Xelkê Îranê yê ku derbasî Bakurê Kurdistanê dibe behsa rewşa xirab a wî welatî dike.
Hinek nexweş jî ji ber ku xizmeta tenduristiyê ya li wî welatî zerer dîtiye derbasî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dibin.
Ev xanima ku naxwaze nav û agahiyên wê werin belavkirin şêniya taxa Silêmanabadê ye li Tehranê.
Beriya çend rojan ji serê xwe emeliyat bûye û li nexweşxaneyê bûye.
Pergala tenduristiyê rawestiyaye
Ew ji ber ku pergala tenduristiyê rawestiyaye, jê re gotine derbasî Tirkiyeyê bibe û tedawiya xwe li wê derê bidomîne.
Welatiya Îranê got, “Xelk nizane dê çawa tevbigere û çi bike. Wekî ku li wî bajarê mezin kes najî. Xelk gelekî ditirse. Nexweşxane jî ne baş in.
Ez emeliyat bûm û ji min re gotin ‘Here, ji ber ku her der tê girtin.’ Xizmet nîne. Tehran gelekî xirab e. Amerîka li her derê dixe lê ya herî xirab Tehran e.”
Bi destpêka şerê li dijî Îranê re gelek welatiyên wî welatî berê xwe da deriyên sînorî.
Roja yekem bi hinceta ku pergal nîne, ji bilî geştyaran rê nedan ku welatiyên Îranê derbasî Tirkiyeyê bibin.
Welatiya bi navê Maralê jî her wiha got, “Veguhastin ne baş e. Înternet hatiye qutkirin û pêwendiya xelkê bi cîhanê re nemaye.
Li sînor qerebalixiyek heye lê Îranî ne ji ber ku direvin, wekî min karê wan heye. Ders û zanîngehên wan hene loma jî derdikevin.”
Geştyar û welatî berê xwe didin Tirkiye û Bakurê Kurdistanê
Umut Gungorurê ji Tirkiyeyê ku bi xwe li Tehranê dijî ev agahî dan:
“Ez li Tehranê dixebitim. Ji ber van bûyeran min biryar da ku ez malbata xwe derxim. Em dê li rewşê binêrin, eger aram bibe ez dê bi tenê vegerim.
Li nêzîkî ofîsa me saet 09:30î teqîn çêbû. Nîvro dema ku her kes li ser karê xwe bû dengê balafiran û teqînan hat. Bombe li nêzîkî ofîsê ketin û me her kes tehlîye kir.”
Zelihayê jî got, “Bombe avêtin. 5 caran bombe avêtin ber mala me û em derketin. Dîwar xera bûn lê tiştek bi me nehat.”
Roja duyem derî ji bo çûn û hatina sivîlan hatin vekirin û li Deriyê Sînorî yê Heretêlê liv û tevger zêde bû.
Ji ber ku bazirgan ji Îranê kel û pelan naynin, her sê deriyên li Wan, Bazîd û Bajargehê ji bazirganiyê re hatin girtin.
Li hêla din derdora 30 tîmên medyayê yên ji welatên cuda jî ji bo şopandina rewşê hatine deriyê sînorî yê di navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê de.