Partiyên Rojhilatê Kurdistanê nexşerêyek eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat, li ser rûdanên piştî kuştina Rêberê Îranê Elî Xamineyî daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku birêvebiriya Tehranê "ketiye pêvajoya rûxînê " û ji bo gelê Kurd planeke çalakiyê ya bilez a ku ji 6 xalan pêk tê hat eşkerekirin.

"Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê" ya ku ji pênc partiyên Rojhilatê Kurdistanê (PDK-Î, Komele, PAK, PJAK û Xebatê) pêk tê, daxuyaniya hevpar a li ser geşedanên leşkerî û siyasî yên li herêmê parve kir.

Hevpeymaniyê destnîşan kir ku "Pêvajoya heyî ne tenê şerek e, destpêka guherîneke bingehîn a pergalê ye."

“Kuştina Xamineyî bandora domînoyê xurt kir”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Polîtîkayên dagirker, xeyalên nukleer, destwerdana di karên navxweyî yên welatên herêmê de û çalakiyên terorê yên bi piştgiriya dewletê ku rejîma Îranê ev 47 sal in dimeşîne, welat aniye ber rûxînê."

Partiyên Rojhilatê Kurdistanê diyar kir, "Kuştina Rêberê Olî Xamineyî û bi dehan rayedarên payebilind ên leşkerî-siyasî, pêvajoya rûxîna vê rejîmê bi lez kiriye û bandoreke domînoyê çêkiriye.

Niha em di nav rojên herî krîtîk re derbas dibin ku em dê çarenivîsa xwe diyar bikin."

Nexşerêya 6 xalî ya ji bo gel

Hevpeymaniyê ji bo rêlibergirtina kaosê û parastina destkeftiyên gel ev bang kir:

  1. Divê gelê Kurdistanê li hemberî rûdanan hestiyar be, bertekên xwe li ser bingeheke aqilane nîşan bide û gavên xwe yên siyasî li gorî arastekirina Hevpeymaniyê biavêje.
  2. Di pêvajoya rûxîna rejîmê û serhildana gel de divê hemû avahiyên îdarî, tesîsên xizmetguzariyê û binesazî werin parastin. Ev avahî malê hevpar ê gel in û ji bo pêdiviyên paşerojê xwedî girîngiyeke jiyanî ne.
  3. Em bangî artêş, polîs û hêzên milîs ên ku li Kurdistanê wezîfedar in dikin: Ji paşmayên Komara Îslamî veqetin. Ji bo ku hûn pişta xwe bidin dijmin û derbasî refên neteweya xwe bibin vê derfeta dawî ji dest medin.
  4. Divê pêvajoya guherînê bi gihîştîbûn (stewihîbûn) were pêşwazîkirin. Divê ji tevgerên tund, çalakiyên tolhildana şexsî û kaosê ku ewlehiya civakî bixe metirsiyê dûr were sekinandin û aştiya civakî were parastin.
  5. Ji bo ewlehiya canê welatiyan, divê heta ku mumkin be ji baregehên leşkerî, navendên ewlehiyê û xalên stratejîk ên rejîmê dûr bisekinin.
  6. Ji bo derbaskirina van rojên dijwar hevkariya hevdû şert e. Bi taybetî divê xwediyên milkan û esnafên me, xwedî li kirêdar, xizan û bêmalan derkevin, di vê pêvajoyê de nabe kes bêxwedî were hiştin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, "Ev şer di navbera rejîma ku gelên me di bin zextê de dihêle û civaka navneteweyî de ye. Divê gelê me vê pêvajoyê ji bo azadiya xwe veguherîne derfetekê."