Gulf Keystoneyê hilberîna petrolê ya li Şêxanê rawestand
Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa Gulf Keystoneê ku li qada Şêxanê ya Herêma Kurdistanê kar dike, ragihand ku wan berhemanîna petrolê bi awayekî demkî rawestandiye û ji bo parastina karmendên şirketê tedbîrên pêwîst girtine.
Şirketa Gulf Keystoneê îro di daxuyaniyekê de ragihand, rawestandina berhemanîna petrolê tenê ji bo tedbîrên xweparastinê ye.
"Ti zerer negihiştiye qadê"
Şirketê diyar kir ku ji ber bipêşketinên dawî yên li herêmê ti zerer negihiştiye qadê û kel û pelên wan û ew rewşê ji nêzîk ve dişopînin.
Piştî êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li Îranê ya roja şemiyê, êrişên Îranê dest pê kirin.
Bi dehan caran baregehên Koalîsyonê yên li Balafirgeha Hewlêrê û Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê hatin hedefgirtin û piraniya êrişan hatin têkbirin.
Hinek komên çekdar ên ku xwe wekî "Berxwedana Îraqê" didin nasîn, ragihand ku ew dê pêgehên Amerîkayê yên li Herêma Kurdistanê bikin armanc.
Dana Gasê jî rawestandibû
Roja Şemiyê Şirketa Dana Gasê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandibû ku wan ji bo parastinê, berhemanîna gazê ya li qada Kormorê rawestandiye.