Ji 5 aliyan ve êrişî Pêşmerge kirin (hat nûkirin)

02-04-2015
Obêd Reşavayî
A+ A-

Dihok (Rûdaw) – Li devera Keskê ya Mûsilê çekdarên DAIŞê ji 5 aliyan ve êrişî hêzên Pêşmerge kirin lê rastî bersiva tund a Pêşmerge hatin.

 

Fermandeyê Hêza Yekem a Zêrevaniyê emîd Hacî Xidir ji Rûdawê re got, çekdarên DAIŞê îşev derdora saet 9:00 li devera Keskê ya Mûsilê li 5 aliyan ve êrişî çeperên Pêşmerge kirin.

 

Emîd Hacî Xidir diyar kir ku lê nekarîn xwe li hember Pêşmerge bigirin û di demeke kurt de şikestin.

 

Li ser kuştî û ziyanên DAIŞê jî wî fermandeyê Pêşmerge got, em baş nizanin lê wisa xuya bû yên ku êriş kiribûn yek jê bi saxî nefilîtîbû, çimkî jibilî Pêşmerge, balafirên şer jî li wan didan.

 

 

Devera Keskê dikeve navbera bajarokê Tileferê û bajarê Mûsilê û 20 km dûrî Mûsilê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst