Duhok (Rûdaw) – Ajovenekî taksiyê li bajarê Duhokê ji destpêka krîza darayî û şerê DAIŞê ve bi awayekê bê beramber Pêşmerge û malbatên şehîdan vedighêze.
Piştî şerê DAIŞê û qutkirina bûdceya Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, rewşa darayî û aboriya Herêma Kurdistanê ber bi xirabbûnê ve çû û krîzeke darayî li Kurdistanê dest pê kir, ku heta niha jî ew krîz berdewam e.
Rewşa xirab a aborî û krîza darayî bandorek neyênî li Pêşmerge û malbatên wan û malbatên şehîdên şerê DAIŞê kir.
Ajovanekî taksiyê yê bi navê Dilovan Berwarî ku xelkê Duhokê ye, ji destpêka krîza darayî û şerê DAIŞê ve biryar daye ku bi taksiya xwe Pêşmerge û malbatên şehîdan bi bê pere veguhêzîne.
Derbarê vê karê xwe de, Dilovan Berwarî ji Rûdawê re got: “Min dît ku milletê me tûşî şerê DAIŞê û krîza darayî bûye, min bi pêwîst zanî ku ez hevkariya Pêşmerge û malbatên şehîdan bikim. Armanca min jî tenê xizmetkirina wan e.”
Berwarî dibêje: “Eger ji sala 2014ê ve min bi pere kar bikiriba, dibe ku niha min karîba taksiya xwe biguherim û otomobîleke din û nû bikirrim.”
Dilovan Berwarî ne tenê Pêşmergeyan û malbatên şehîdan di nav bajêr û rêyên giştî yê de vediguhêze, belku wî pêwendiyeke baş li gel Pêşmergeyan jî çêkiriye, bi awayekê ku Pêşmerge telefona wî dikin û daxwaza ji wî dikin ku wan bigihîne cihê erkdariya wan.
Dilovan dibêje, ew bi vî karê xwe yê li gel pêşmergeyan û malbatên şehîdan hest bi xweşiyê û şanaziyê dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse