Tirkmen, mesihî û erebên Kerkûkê Ala Kurdistanê hildan
Kerkûk (Rûdaw) - Tirkmen, mesihî û erebên Kerkûkê li Taxa Arefeyê Ala Kurdistanê bilindkirin û diyar kirin ku Hêzên Pêşmerge ew ji êriş û gefa DAIŞê parastine û wan jiyana xwe di bin Alaya Kurdistanê de bi aramî birêve biriye.
Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê Hîwa Husamedîn ragihand ku xelkê Kerkûkê yê tirkmen, xrîstiyan û ereb piştgiriya bilindkirina Ala Kurdistanê li avahiyên fermî dikin û îro beşekê ji pêkhatiyên parêzgerê li qada taxa Arefeyê Ala Kurdistanê hildan.
Yek ji girgireyê ereb ê taxa Arefeyê ji Rûdawê re wiha got: “Ev al sembola hevgirtiya kurd, ereb, tirkman û mesihiyan e. Ev al sembola pêşmergeyên ji bo parastina Kerkûkê şehîd bûne û vehewandina zêdetirî 4 milyon koçberên ereb li Kerkûkê û Herêma Kurdistanê ye. Di bin vê alayê de aramî pêk hatiye. Lewma li Kerkûkê û Herêma Kurdistanê bilindkirina vê alayê mafeke rewa ye.”
Heman kesî derbarî biryara parlamentoya Iraqê de jî got: “Parlamentoya Iraqê xwe bi vê mijarê ve mujil dike û krîzê derdixe da ku şerê DAIŞê û pirsgirêkên koçberan bidin jibîrkirin.”
Serokê Komeleya Xetima Quranê li Kerkûkê û Melayê Mizgefta Hasan Necm Dr. Yaşar Yûsif Reza jî ji Rûdawê re wiha axivî: “Kerkûk bajarê biratiyê ye. Li Kerkûkê kurd, ereb û tirkmen bi hev re bi awayekê aştiyane dijîn. Di vê mijarê de ti pirsgirêkên me nîne. . Her kes dikare bi aramî û azadî bijîn.”
Yaşar Yûsif wiha domand: “Em bi saya Pêşmerge û hêzên asayişê li vî bajarî bi aramî dijîn. Heger Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên asayîş û ewlekariyê nebûye me nedikarî li vî bajarî bijîn.”
Herwiha Yûsif anî ziman ew li ser navê tirkmanên Kerkûkê sipasiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dike û wiha domand: “Ez Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pîroz dikim ku li Kerkûkê bûye sedem ku îro trikman, ereb û kurd bi hev re jiyaneke hevpar derbas dikin.”
Encûmena Parêzgeha Kekrûkê roja 28ê Adarê biryar da, ku li tevahî sazî û dezgehên parêzgehê Ala Kuridstanê were bilindkirin.
Rêveberiya Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî yên kurdî piştgirî dane vê biryarê.
Roja 1ê Nîsanê jî Parlamentoya Iraqê biryar da, ku li Kerkûkê ji bilî Ala Iraqê ti aleke din neyê bilindkirin.