Ji ber baran û lehiyê rêya Geliyê Elî Beg hat girtin

02-04-2019
RÛDAW
Li navçeya Soranê ji ber asta zêde ya barîna baranê lehî rabû.
Li navçeya Soranê ji ber asta zêde ya barîna baranê lehî rabû.
Nîşan Gelî Elî Beg Soran Baran Lehî Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qayimmeqamê Soranê, Kirmanc Izet ji Rûdawê re ragihand, ji ber barîna baranê û rabûna lehiyê rêya Gelî yê Elî Beg hate girtin. Kirmanc Izet daxwaz ji şofêran jî kir, rêya Bêxal-Ruwandizê bikar bînin.

 

Ji ber baranbarîna bihêz li sînorê navçeya Soranê û rabûna lehiyê, rêya Geliyê Elî Beg hat girtin.

 

Qayimmeqamê Soranê, Kirmanc Izet di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got, bi sedema barîna baraneke bihêz û bilindbûna asta avê, herwiha rabûna lehiyê û ketina kevir û daran li ser rê, rêya Gelî Elî Begê li ser hatin û çûna otomobîlan hat girtin.


 

Rêya Geliyê Elî Beg rêya sereke ya navbera navçeyên Mêrgesor, Soran, Ruwandiz, Çoman û navenda bajarê Hewlêrê ye. Herwiha rêya ji Hewlêrê ber bi Deriyê Sînorî yê Hacî Omeranê jî ji Geliyê Elî Beg re derbas dibe.

 

Kirmanz Izet herwiha got, tîmên ser bi Qayimmeqamiya Soranê mijûlî paqijkirin û vekirina rê ne.

 

Qayimmeqamê Soranê da xuyakirin, wan ji ber parastina canê welatiyan biryara girtina rêya Geliyê Elî Begê daye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst