Li çiyayên Rojhilatê Kurdistanê ala Kurdistanê hat hildan

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Hewram a Rojhilatê Kurdistanê, aleke mezin a Kurdistanê li ser çiyayeke bilind hat hilkirin.

Ew ala Kurdistanê şeva bihorî û li çiyayên derdora gundê Dizlî ku ser bi bajarê Sewlava li devera Hewramanê ve ye, hatiye hildan.

Bajarê Sewlava dikeve sînorê parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê.

Medyaya fermî ya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê dibêje, hejmarek çalakvanên navçeya Hewramanê ew ala birine ser çiya û li wê derê hildane.

Heman medyayê daxuyaniyeke wan kesan jî belav kiriye, ku têde hatiye gotin, ew ala di 74mîn salvegera şehîdkirina Pêşewa Qazî Mihemed de ku hevdem Roja Şehîdên Demorkat e jî, hatiye hildan.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: Weke beşek ji çalakvanên navçeya Hewramanê, me bi pêwîst dît, di 10ê Xakelêwe ya 1400ê koçiya rojî ku 74 sal di ser şehîdbûna Pêşewa Qazî Mihemed re derbas dibe, peyama xwe li gel rêbaza Pêşewa û tevahiya şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê nû bikin.

Ew çalakvan dibêjin, armanca wan ji hildana ala Kurdistanê li navçeya Hewramê ew e ku nîşan bidin, navçeya Hewraman beşeke qutnebûyî ji tevgera Kurdî ye.

Medyaya fermî ya PDKÎ ango HDKAyê ragihandiye, ew ala Kurdistanê ku li ser çiya hatiye hilkirin, bi qasekî mezin e ku ji dûr ve li ser rêya Merîwan-Sine tê dîtin.

Çalkavanekî mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê jî dibêje, ala Kurdistanê ya ku li çiyayên Hewramanê hatiye danîn, 12 metran pan û 20 metran dirêj e û roja di nîveka alê de jî 9 metran pan e.

Erselan Yarehmedî diyar kir, ew ala ji aliyê 7 kesan ve hatiye amadekirin û biryar bû roja 31ê Adarê, di salvegera şehîdkirina Pêşewa Qazî Mihemed de bê bilindkirin, lê paşê hat paşxistin bo şeva 13 biderê daku hejmareke zêdetir a xelkê alê bibînin.

Li gor heman nûçeyê, çend otomobîlên leşkerî yên Îranê çûne navçeyê daku ala Kurdistanê bînin xwarê.

Di şahî û pîrozbahiyên Cejna Newroz a îsal de jî, li çend navçeyên Rojhilatê Kurdistanê, ala Kurdistanê hatibû hildan.