WAN - Biryara dadgehê rastî bertekên tund tê

02-04-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Wan Abdullah Zeydan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Wanê Namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas mazbataya şaredarbûnê wergirt.

Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an li Wanê bûbû yekem.

Namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas jî li Wanê bi rêjeya ji sedî 27,15an bûbû duyem.

Lê Lijneya Hilbijartinan a Bajêr mazbataya şaredarbûnê da namzedê AK Partiyê.

Piştî ku biryara dadgehê derket holê gelek kes û saziyan bertek nîşan da.

“Em destwerdana bi rêya darazê qebûl nakin”

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren derbarê biryara dadgehê de li ser hesabê xwe yê Xê nerazîbûn nîşan da û got:

“Em destêwerdana mafê hilbijartinê bi rêya darazê qebûl nakin. Rêzê li îradeya gelê Wanê bigirin.

Betalkirina berî hilbijartinê bi rojekê ya biryara radestkirina mafên qedexekirî yên Abdullah Zeydan ku salek berê wergirtibû, destwerdaneke biplan e.

5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di roja dawî ya beriya hilbijartinê de biryareke teqez li ser serlêdana dozgeriyê di heman rojê de bêyî ku venêrîna Dadgeha Bilind hebe ji holê rakiriye.

Ev yek li derveyî hiqûqê ye. Ev rewş, midaxileyeke bi destê darazê ya li dijî îradeya dengdêran e.” 

Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşan da.

“Zeydan hemû şertên hilbijartinê bi cih anîne”

Di daxuyaniya ÎHDyê de wiha hat gotin:

“Divê siyaseta qeyûm bi dawî bibe! Abdullah Zeydan ku bi salan bi awayekî derhiqûqî girtî ma, hemû şertên hilbijartinê bi cih anî û bû namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê.

Lijneya Bilind a Hilbijartinê jî namzediya wî qebûl kir û Zeydan di hilbijartinê 31ê Adarê de bi ferqeke mezin wekî Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê hat hilbijartin.

Dema ji bo şaredariyê serlêdan kir, dadgehê biryara radestkirina mafên qedexekirî yên Abdullah Zeydan dabû.

Lê mixabin dadgeh ji biryara xwe poşman bû û biryara betalkirinê da.

Ev yek nîşan dide ku daraz wekî amûrekî hatiye bikaranîn û bi şêweyekî din qeyûm li ser îradeya xelkê Wanê û Şaredariya Wanê hatiye tayînkirin.

Em bangî partiya muxalefetê û tevahiya raya giştî ya demokratîk dikin ku bertek nîşan bidin.

Em wekî parastvanên mafên mirovan qet vê darbeya darazê qebûl nakin.” 

“Bêtehemûliya AKPyê ya li dijî îradeya gel”

Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî li hemberî vê biryara dadgehê bi tundî nerazîbûn nîşan da.

Sezgîn Tanrikulu diyar kir ku AK Partî hewl dide ku şaredariyeke bi dest nexistiye bide namzedê xwe û got:

“Careke din bêtehemûliya AKPyê ya li dijî îradeya gel, hewl dide ku ji bo şaredariya qezenc nekiriye dîsa bide namzedê xwe.

Me heman mînak di hilbijartinên 2019an de li Şaredariya Rezanê ya Amedê û sê navçeyên din Amedê dîtibû.

Niha jî hewl didin Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê xesp bikin.

Divê daraz û YSK nebin amûrên vê derhiqûqtiyê. Ev hewldan nayê qebûlkirin. Em dê bi hemû hêza xwe li dijî ve rawestin.” 

“Ev yek bi awayî nerasterast tayînkirina qeyûm e”

Rojnameger Îsmaîl Saymaz jî li ser hesabê xwe yê Xê li dijî biryara dadgehê derket.

Îsamîl Saymaz got:

“Tu yî yê ku li Stenbolê piştevaniya AK Partiyê nekir... Wezareta Dadê, mafê yasayî yên Namzedê DEM Partiyê yê Wanê Abdullah Zeyda du roj berî hilbijartinan jê standiye.

Baş e madem astengî hebû...

YSKyê çima ji bo namzediya Zeydan destûr da? Ev yek bi awayî nerasterast tayînkirina qeyûm e.” 

“Rêzê li îradeya xelkê Wanê bigirin”

Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses jî wiha nerazîbûna xwe li hemberî biryara dadgehê nîşan da:

Daraza ku vîzeya beşdarbûna hilbijartinê daye Abdullah Zeydan, du roj beriya hilbijartinê ev vîzeye betal kiriye. Ev yek nayê qebûlkirin.

Em bangî desthilata siyasî dikin ku rêzê li îradeya xelkê Wanê bigire.

Em li gel xelkê Wanê ne û dê li dijî vê bêhiqûqiyê bêdeng nemînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst