WAN – Namzedê AK Partiyê mazbata wergirt: DEM Partî bûbû yekem

02-04-2024
Nîşan Wan DEM Partî AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Wanê Namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas mazbataya şaredarbûnê wergirt.

Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an li Wanê bûbû yekem.

Namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas jî li Wanê bi rêjeya ji sedî 27,15an bûbû duyem.

Lê Lijneya Hilbijartinan a Bajêr mazbataya şaredarbûnê da namzedê AK Partiyê.

31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an, wekî Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat hilbijartin û DEM Partiyê her 14 şaredariyên Wanê standin.

Lê Abdulahat Arvasê ku 27,15ê dengan standibûn mazbata wergirt.

Abdulahat Arvas, piştî ku mazbata wergit ji Rûdawê re got, “Min serlêdan nekiriye, partiya min kiriye.”

Arvas diyar kir ku partiya wî li Wan û navçeyên wê îtirazî encaman kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst