Ayşegul Dogan: Divê mafên Kurdan bi qanûnan werin garantîkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Ayşegul Doganê ragihand ku ew ji bo bipêşketina pêvajoya çareseriyê li hêviya gavên nû ne û divê mafên Kurdan di bin sîwana qanûnan de werin parastin.

Ayşegul Doganê pirsên Nûçegihanê Rûdawê Şewket Herkî yên li ser rojeva dawî ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bersivandin.

Ayşegul Doganê diyar kir ku piştî cejnê dê li Parlamentoya Tirkiyeyê xebatên hiqûqî yên girîng werin kirin û bi bîr anî ku Komîteya Parlamentoyê rapora xwe ya li ser aştiyê temam kiriye û wisa li pey çû:

"Di rojên pêşiya me de xebateke bi vî rengî dê were kirin.

Ji ber ku her kes li benda wê xebat û xebatên meclîsê ne.

Di çarçoveyeke yasayî de divê diyar bibe ka dê ji bo wan kesên ku çekên xwe danîne û yên ku heta niha çekên xwe dananîne û naxwazin vegerin an jî dixwazin mafê xwe yê vegerê bi kar bînin, çi were kirin."

Doganê destnîşan kir ku heta niha nexşerêyeke temam nehatiye diyarkirin lê ew jî wekî DEM Partiyê li benda encamên rapora komîteyê û gavên hiqûqî ne.

Rewşa Kurdan a li Rojhilata Navîn

Berdevka DEM Partiyê bal kişand ser girîngiya naskirina mafên Kurdan a di asta navneteweyî û herêmî de û got:

"Miletê Kurd ku îro em dibêjin li cîhanê nêzîkî 60 milyon kes in, divê bi mafên xwe bijîn.

Kurd dixwazin li kû derê bin, mafên wan ên neteweyî werin naskirin.

Pêdiviya miletê me bi aştiyê heye lê bi aştiyeke rasteqîn."

Ayşegul Doganê her wiha da zanîn ku divê dewleta Tirkiyeyê li hemberî daxwazên Kurdan helwesteke zelaltir nîşan bide û diyar kir ku ew wekî DEM Partiyê ji bo çareseriya siyasî amade ne.

Mijara hilbijartinên pêşwext

Doganê li ser pirsa derbarê îhtimala hilbijartinên pêşwext ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî agahî dan û diyar kir ku Serokê CHPyê Ozgur Ozel berê behsa hilbijartinên pêşwext kiribû û wiha axivî:

"Niha di rojeva me de hilbijartin nînin.

Çimkî rojeva me gelekî germ e û rojeva Tirkiyeyê bi xwe jî gelekî germ e.

Em di nav pêvajoyeke nû de ne û em dixwazin ev pêvajo bi gavên şênber berdewam bike."

Doganê diyar kir ku gava li welatekî hilbijartin tên rojevê, hemû mijarên din ên girîng dikevin paşerojê û ji ber wê jî ew dixwazin niha giraniyê bidin ser çareseriya Pirsgirêka Kurdan.

Pêwendiyên bi hikûmet û saziyan re

Ayşegul Doganê eşkere kir ku ji bo ku pêvajoya çareseriyê bi ser bikeve, divê saziyên dewletê û hikûmet di nava hevahengiyê de bin û ragihand ku her çi qasî di navbera komîte û partiyan de dan û standin hebin jî, hîn encameke dawî ya ku bi raya giştî re were parvekirin nîne.

Doganê di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku ev pêvajoya ku bi peyamên girîng dest pê kiriye, bigihêje encameke mayînde û li herêmê aramî peyda bibe.