Heta niha bi nêzîkî 600 mûşek û dronan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Ji destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê (28ê Sibatê) ve, Herêma Kurdistanê her tim dibe armanca êrişên bi mûşek û dronan.
Li gorî amarên Rûdawê, heta niha bi giştî 588 êriş hatine qeydkirin. Tenê di nava 24 saetên borî de 32 dron li deverên cuda hatine xistin.
Ji sedî 77ê êrişan li ser Hewlêrê ne
Li gorî lêkolînên Rûdawê, ji destpêkirina şer ve heta îro bi 458 mûşek û dronanan êrişî Hewlêrê hatiye kirin. Ev yek ji sedî 77,8ê hemû êrişan pêk tîne.
Li parêzgehên din jî amar bi vî rengî ne:
Silêmanî: 103 mûşek û dron (ji sedî 17,5).
Dihok: 25 mûşek û dron (ji sedî 4,2).
Helebce: 2 dron.
Êrişên 24 saetên borî
Di 24 saetên borî de 32 dron hatine avêtin; 25 li bajarê Hewlêrê, 2 li Koyeyê, 4 li Dihokê û 1 jî li Silêmaniyê hatine xistin.
Êrişên şeva borî zererên madî gihandin welatiyan lê aliyê ewlehiyê li ser zererên canî daxuyaniyên fermî nedane.
Çavkaniyeke ewlehiyê ji Dihokê ragihand ku şeva borî saet 00:00an bi 4 dronan êrişî parêzgehê hatiye kirin.
Her wiha li Koyeyê jî dronek li Çiyayê Heybet Siltanê ketiye xwarê.
Bilanço
Ji 28ê Sibatê ve di encama êrişan de 14 kesan canê xwe ji dest daye û 91 kes jî birîndar bûne.
Ew kesên ku canê xwe ji dest daye wisa ne:
- 6 Pêşmergeyên Fermandariya Herêma Yekê (li Xelîfanê).
- Karmendekî Asayîşê (li Balafirgeha Hewlêrê).
- 6 Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê.
- Fermandarekî Fransayî.
Ji 91 birîndaran 18 kes sivîl in. Di nav wan de xwendekar, polîs, xebatkarên kargoyê û penaberên li kampan hene.
Tenê di 31ê Adarê de li Hewlêrê 3 nûciwan birîndar bûne.
Deverên ku hatine bombebarankirin
Hewlêr: Kanî Qirjalê, Balîsan, Xebat, Spîlk, Dream City, Kesnezan, Gezne, Behirke, Enkawa, Xelîfan, balafirgeh, Çoman û Soran.
Silêmanî: Navenda bajêr, Girê Rîayeyê, Mêrgepan, Qalawe, Taxa Beranan, Sûrdaş, Kifrî û Çiyayê Zimnakoyê.
Dihok û Helebce: Qada Petrolê ya Sersingê, Akrê, Bicîl, Berdereş, Maltayê, qada petrolê ya Çemankê û çend êriş li Amêdiyê hatine kirin.
Her wiha Çiyayê Şinrûyê yê li Helebceyê jî hat bombebarankirin.
Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê yê ku 28ê Sibatê dest pê kiriye, hîn jî bi hemû tundiya xwe didome.