Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Qeterê: Divê Bexda rê li ber milîsan bigire

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Qeterê bi Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî rêya telefonê axivîn.

Her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku "milîs û komên deryasayî metirsî ne li ser asayîşê û divê hikûmeta Îraqê rê li ber wan bigire."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Qeterê li ser pêşhatên dawî yên li herêmê û êrişên li ser Herêma Kurdistanê axivîn.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di peywendiyê de rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Qeter û herêmê hate nirxandin.

Mesrûr Barzanî û Al Sanî êrişên "terorîstî" yên li ser Herêma Kurdistanê û Qeterê bi tundî şermezar kirin.

Her du aliyan dilgiraniya xwe ya kûr a derbarê zêdebûna şer û aloziyên li Rojhilata Navîn de anî zimên û tekezî li ser parastina aramî û îstîkrarê kirin.

Her du berpirs li ser wê yekê li hev kir ku "milîs û komên deryasayî gef û metirsî ne" û pêdivî ye hikûmeta federal a Îraqê berpirsyariya xwe bîne cih û wan kontrol bike.

Serokwezîrê Qeterê bal kişand ser giringiya parastina aştiyê û diyar kir ku divê gefên li ser herêmê bi giringî werin girtin.

Mesrûr Barzanî jî hevxemiya Herêma Kurdistanê ya ji bo xelkê Qeterê ducare kir.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku her du alî ji bo derbaskirina astengiyên ewlehiyê yên li herêmê, li ser berdewamiya hevahengî û peywendiyan li hev kiriye.