YPJ û Sûriye derbarê tevlîbûna nav artêşê axivîn

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ragihand ku wan li gel Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê awayê tevlîbûna hêzên xwe ya nav saziyên Wezareta Parastinê û artêşê gotûbêj kiriye.

Her wiha YPJyê daxwaza serbestberdana şervanên jin ên dîlgirtî kir.

Fermandariya Giştî ya YPJyê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku li ser daxwaza wan a fermî, şandeyek li gel Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhef Ebû Qesra civiyaye.

Di şandeya YPJyê de endamên Fermandariya Giştî Rohilat Efrîn, Sozdar Hacî, Fermandara Lîwaya Qamişloyê Xalîsa Ayêd û Berdevka Ragihandinê Rukên Cemal amade bûn.

Mekanîzmaya tevlîbûna artêşê

Di civînê de mijarên rêxistinî û yasayî yên ji bo tevlîbûna YPJyê ya di nav artêşa nû ya Sûriyeyê de hatin nirxandin.

Wan her wiha bal kişand ser rol û giringiya jinan a di saziyên leşkerî de.

Li gorî daxuyaniya YPJyê, Wezîrê Parastinê bi awayekî erênî nêzî mijarê bûye û diyar kiriye ku dê diyalogên ji bo dîtina formên pratîk ên beşdariya jinan bidomin.

Daxwaza serbestberdana dîlan

YPJyê eşkere kir ku ev civîn di çarçoveya hevdîtinên herêmî û navneteweyî de pêk hatiye da ku paşeroja jinan a di saziyên ewlehiyê de were diyarkirin.

Di dawiya civînê de, bi boneya salvegera damezirandina YPJyê, şandeyê wekî daxwazeke mirovî daxwaza serbestberdana wan şervanên jin kir ku dîl hatine girtin.