Batman Petrolspor nêzîkî şampiyoniyê ye: Xelk ji bo formayan ket dorê

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Bakurê Kurdistanê Batman Petrolspor li ber gavêke dîrokî ye da ku derkeve Lîga Yekem a Tirkiyeyê.

Tîm niha di Lîga Duyem de lîder e û amadekariya maçeke pir giring dike. Alîgirên tîmê ji bo kirîna formayan li ber dikanan dorên dirêj çêkirine.

Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci çû bajarê Êlihê û rewş wilo nirxand:

"Batman Petrolspor piştî 25 salan nêzîkî Lîga Yekem e. Alîgir bi komî daxwaza formayan dikin û ji bo maça roja şemiyê amadekariyeke mezin heye."

Kempanyaya 15 hezar formayan

Ji bo piştgiriya tîmê kempanyayek hatiye destpêkirin da ku roja şemiyê 15 hezar alîgir bi formayên tîmê herin stadyumê.

Alîgirekî Batman Petrolsporê ji Rûdawê re got, "Îsal tîma me gelekî bi pêş ket. Amedspor diçe Lîga Super û cihê me vedibe da ku em herin Lîga Yekem.

Em hêvî dikin zêdetirî 15 hezar formayan werin firotin."

Alîgirekî din ê ku bi xwe hatiye dikanê got, "Min 8 forma ji bo piştgiriyê kirîn. Her wiha min 8 bîletên maçê jî ji niha ve standine da ku roja şemiyê li stadyumê bim."

Batman Petrolspor li lûtkeyê ye

Roja şemiyê Batman Petrolspor di heftiya 32yan a lîgê de dê mazûvaniya tîma Muglayê bike.

Niha Batman Petrolspor bi 73 puanan di rêza yekem de ye û bi 8 puanan li pêşiya tîma duyem e.

Eger tîma Batmanê vê maçê qezenc bike, şampiyoniya wê hema bêje mîsoger dibe.

Heta dawiya lîgê tenê 5 maç mane. Batman Petrolsporê îsal tenê 2 maç winda kirine, 22 maç birine û 7 maç jî bi wekheviyê qedandine.

Batman Petrolspor bi 73 golan di xeta êrişê ya lîgê jî de yekem e.