Numan Kurtulmuş û Heyeta Îmraliyê li hev civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, li gel endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mithat Sancar civiya.

Numan Kurtulmuş, li avahiya parlamentoyê Heyeta Îmraliyê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) pêşwazî kir.

Li gorî daxuyaniya fermî, ev hevdîtin ji bo çapemeniyê girtî hate kirin.

Derbarê naveroka civînê de zanyariyên fermî nehatin belavkirin lê parlamentoyê wêneyekî hevdîtinê li ser medyaya civakî parve kir.

Ev hevdîtin di demekê de ye ku piştî destpêkirina pêvajoya çareseriyê, raya giştî li benda pêngavên yasayî ye.

Heyeta DEM Partiyê 27ê Adara 2026an serdana Girava Îmraliyê kiribû û bi Abdullah Ocalan re rûniştibû.

Ocalan di wê hevdîtinê de peyama aştiyê dabû û gotibû, "Pirsgirêka me bi Komarê re tune ye lê Komar ne demokratîk e. Demokrasî dê Komarê du qat bihêztir bike."