Keywan şehîd ket, xwedê Keywanekî din da wan

Silêmanî (Rûdaw)- Keywan kurê malê yê bi tenê bû. Di şerê li dijî DAIŞê de şehîd ket. Piştî şehîdbûna wî, xwedê piştî 3 keçan kurek da hevjîna wî.

Dema ku Keywan li eniya şer şehîd ket, hevjîna wî li hêviya kurê xwe yê yekê bû. Piştî şehîdbûna Keywan bi 5 rojan, xwedê piştî 3 keçkan kurek da wan û navê bavê wî lê kirin.

Jîla, ku keça Şehîd Keywan e, rondikên xemîniya şehîdbûna bavê wê ji çavekî tên û ji çavê din jî rondikên dilxweşiyê dibarin bi hatina birayê wê.

Hevjîna Keywan, Jiyan Rîda dibêje: Min hêvî ji xwedê dikir ku kurekî bide min da ku parastina xwişkên xwe bike. Lê niha dilê min ne hiqasî xweş e…