Mezher Xaliqî: Xelata Zanîngeha Silêmaniyê ji bo min weke Nobelê ye
Hewlêr (Rûdaw) – Mezher Xaliqî wergertina doktoraya şanaziyê ji Zanîngeha Silêmaniyê, ji bo xwe di asta xelata Nobelê de dibîne û hevbeşî dike li gel wan hunermendên beriya wî hatine û weke ew dibêje bêyî nav û nîşan çûne. Wezîrê Xwendina Bilind jî, Mezher Xaliqî dişibîne kelha herî bilind a hunerî û niştimanî yê her çar parçeyên Kurdistanê.
Bi amadebûna Cîgirê Serokê Parlementoya Kurdistanê, Wezîrê Xwendina Bilind, Parêzgarê Silêmaniyê, Serokatiya Zanîngeha Silêmaniyê, hunermend û kesayetên hunerî û siyasî vê êvarê bi merasîmekê, Zanîngeha Silêmanî doktoraya şanaziyê da hunermend Mezher Xaliqî.
Ragirê Fakulteya Hunerê ya Zanîngeha Silêmaniyê û Serokê Lijneya Amadekarê Merasîmê Dr. Rêbwar Seîd ji Rûdawê re ragihand: “Dayîna doktoraya şanaziyê ji hunermend mamoste Mezher Xaliqî re ji aliyê Zanîngeha Silêmaniyê ve di warê huner û komkirina arşîva kultûrî û kevneşopiya zarê Kurdistanê de ye bi mebesta geşepêdan û veguhestina bo nifşên nû.”
Dr. Rêbwar Seîd diyar kir: “Heta niha zêdetirî 23 hezar melodî kom kirine û zêdetirî 300 pirtûkên bi Kurdî, Erebî û Îngilîzî çap kirine û belav kirine. 60 hezar wêneyên her çar parçeyên Kurdistanê berhev kirine, ji bilî 200 berhemên stranan ku ji aliyê enstîtuya mamoste Mezher ve hatine tomarkirin.”
Wezîrê Xwendina Bilind Dr. Yûsif Goran di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û got: “Mamoste Mezher û enstîtuya wî roleke gelek mezin lîstine di mijara kultûrî û netewî de, ew zêdetirî 50 sal e weke têkoşerek û weke hunermendekî neteweyî, berdewam dibistanek bûye ji bo çendîn nifş û kelha herî bilind a hunerî û niştimanî ya her çar parçeyên Kurdistanê bûye.”
Piştî wergirtina doktorayê, hunermend Mezher Xaliqî diyar kir: “Ez bi gelek kêfxweşî dibêjim, ev xelata pir giring ku xelateke zanistî û netewî ye, ez hevbeş û şirîk dikim li gel wan hunermendên ku ji bo gelê me azadî, xweşiya jiyanê, wateya jiyana Kurdî û Kurdewarî anîn û bêyî nav û nîşan çûn.”
Mezher Xaliqî li ser giringiya xelatê ji bo wî, diyar kir: “Çend roj berî niha li gel zanîngehê ku min behsa vê xelatê dikir, min got ev xelat ji bo min ewqas bilind e ku di asta xelatên mezin ên cîhanê de ye, weke Nobelê.”
Mezher Xaliqî di sala 1939an de li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê jidayîk bûye. Li Zanîngeha Tehranê Beşa Fizîkê temam kiriye û piştre tevlî Rêxistina Radyo û Televîzyona Îranê, heta demekê Rêveberê Navenda Deng û Rengê Sine û Kirmaşanê bûye.
Piştî şoreşa Îranê di sala 1979an de û hatina Komara Îslamî ya Îranê, Mezher Xaliqî welatê dayîka xwe bi cih hiştiye û heta demekê li Henderan jiyaye û piştre vegeriyaye Başûrê Kurdistanê.