Hewlêr (Rûdaw) - Zanîngeha Kerkûkê li hember wergirtina xwendevanên zanîngehên din ên ji ber şer koçber bûne xelatê baştirîn zanîngeha Asyayê ya 2019ê wergirt.
Kovara Times a taybet bi xwendina bilind ku li Londonê tê weşandin lîsteya baştirîn zanîngehên pare zemîna Asyayê bo sala 2019 eşkere kir ku navê wê “Oscara Xwendina Bilind” e û di nava wê lîsteyê de 5 zanîngeh di 5 warên cûda de hatine hilbijartin.

Kovara Times ragihand ku Zanîngeha Kerkûkê xelata bi warê “Piştevaniya Xwendevanan” wergirtiye ew jî ji ber wergirtina bi dehan xwendevanên zanîngehên dinyên Iraqê ku ji ber şerê DAIŞê koçber bûne.
Sernivîskarê Kovara Times bo xwendina bilind dibêje zanîngehên welatên Çîn, Sengapur, Koreya Başûr, Filipin ne ku hin ji wan weke baştirîn zanîngeh li ser astê cîhanê têne naskirin
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse