Meletî - Du otomobîl li hev qelibîn: 2 mirî, 2 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibîn û di encam de 2 kesan mirin û 2 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya parêzgehên Meletî û Xarpêtê îro du otomobîl li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinêcendirme û tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê.

Hat diyarkirin ku 2 kesên bi navê Bariş û Erhan Çîftçî li cihê bûyerê miri û 2 kes jî birîndar bûne.

Tîmên tenduristiyê her du kesên birîndar birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê.

Hate zanîn ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.