Li Geliyê Elî Beg otomobîlek ket nav çem: 3 zarok winda ne

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê, otomobîlek ket nav çemê Geliyê Elî Beg.

Li gorî daxuyaniya Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Soranê, 3 zarok winda ne.

Nûçegihanê Rûdawê Endam Cebar li cihê bûyerê ji zarê Parastina Sivîl a Soranê ragihand ku di nav otomobîlê de malbateke ji 5 kesan hebûye.

Ev malbat ji mêrek, jinek û 3 zarokan pêk dihatiye û piştî ku otomobîla wan ketiye nav çem, jin û mêr xwe rizgar kiriye lê her 3 zarok di nav otomobîlê de mane û çarenivîsa wan ne diyar e.

Asta avê bilind e: Xebatên lêgerînê bi zehmetî dimeşin

Ji ber baranê û bilindbûna asta ava çem, xebatên lêgerîna otomobîlê rastî astengiyan tên.

Berdevkê Birêvebiriya Parastina Sivîl a Soranê Rewend Mexdîd ji Rûdawê re got:

“Ji ber bilindbûna asta avê, çem otomobîl bi xwe re biriye.”

Tîmên hawarçûnê li cihê bûyerê ne.

Wekî ku Berdevkê Birêvebiriya Parastina Sivîl a Soranê diyar kir, tîmên wan ji bo diyarkirina cihê otomobîlê û eşkerebûna çarenivîsa zarokan dixebitin.

Nasnameyên zarokan hatin eşkerekirin

Malbatê ragihand ku nav û temenên zarokên ku ketine nav çem wiha ne:

“Mîna Îsaya 17 salî, Lewend Xurşîdê 7 salî û Adem Xurşîdê 3 salî.”