Tulay Hatîmogullari: Di pêvajoyê de hinek xitimîn çêdibin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê di mîtînga 1ê Gulanê ya li parêzgeha Wanê de ragihand ku niha di pêvajoya çareseriyê de hinek xitimîn çêdibin.

Tulay Hatîmogullariyê got, “Em ji bo derbaskirina van xitimînan hewlên ku ji destê me tên didin.”

Ji bo 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, bi dirûşma “Ji bo Ked, Aştî, Azadî û Demokrasiyê Em di 1ê Gulanê de Li Qadan in” mîtîngeke girseyî hat lidarxistin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari beşdarî mîtîngê bû û gotarek pêşkêş kir.

Hatîmogullariyê bal kişand ser şerê Rûsya-Ukraynayê û êrişên dawî yên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê û got:

“Sedema van hemû şeran krîza pergala kapîtalîst e.

Îro cîhan di bin metirsiya Şerê Cîhanî yê Sêyem de ye.

Berdêla vê yekê bi rêya birçîbûn û hejariyê didin dayîn.

Li Rojhilata Navîn Kurd, Ereb û gelên Tirkiyeyê vê berdêlê didin.

Lê li hemberî vê, berxwedana gelan heye ku mînaka wê ya herî baş li Rojava ye.

Tekane rêya çareseriyê avakirina tevgereke aştiyê ya navneteweyî ye.”

Xitimînên di pêvajoyê de

Hatîmogullariyê qala qonaxa dawî ya pêvajoya çareseriyê jî kir û anî ziman:

"Niha di pêvajoyê de hinek xitimîn çêdibin.

Em ji bo derbaskirina van xitimînan hewlên ku ji destê me tên dikin.

Eger hinek kes bixwazin kevir deynin pêşiya vê pêvajoyê bila bizanin ku dê hêza gel wî kevirî ji wê derê rake."

Rewşa aborî û meaş

Hatîmogullariyê li ser rewşa aborî ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rexne li desthilatê girtin û da zanîn:

“Tevî ku em baweriyê bi amarên wan (TUÎK) nayînin lê dîsa jî dibêjin ji 3 karkeran 1 bêkar e.

Milet nikare kirêya xaniyên xwe bide.

Meaşê malnişînan têra diyariya neviyên wan nake.

Bila desthilat û hevpeymanên wan werin li kolanên Kurdistanê bigerin ku birçîbûn û hejariya rast bibînin.

Wan mêrg û çêrgehên me qedexe kirin û bi vî awayî berhemanîna li herêmê kuştin.”

Dosyeyên Gulistan Doku û Rojîn Kabaîşê

Hevseroka DEM Partiyê li ser dosyeya Gulistan Doku û Rojîn Kabaîşê jî bangî desthilatê kir û diyar kir ku bi vekirina dosyuya Gulistanê careke din derket holê ku çandeke "qirêj" di nav pergalê de heye û got:

“Divê heman hûrgiliya ku ji bo Gulistanê tê nîşandan, ji bo Rojîn Kabaîşê jî were kirin.

Kuştina Rojînê ya bi awayekî hovane divê demildest were ronîkirin.

Rojîn bi xeyalên mezin hatibû Wanê lê keda wê û jiyana wê nîvco hişt.

Eger guman diçin ser rektorê zanîngehê, divê ev yek heta dawiyê were lêkolînkirin.”