Sîpan Hemo: 4 lîwayên HSDyê bi awayekî fermî tevlî artêşê bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Sîpan Hemo (Semîr Elî Oso) li ser tevlîbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a nav Artêşa Ereban a Sûriyeyê daxuyaniyên girîng dan.
Sîpan Hemo ragihand, “Li gorî Peymana 29ê Kanûna Paşîn 4 lîwa hatin avakirin û ev lîwa bi awayekî fermî tevlî avahiyê bûn.”
Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Sîpan Hemo ev serdema nû ya piştî peymanê wekî “qonaxa avakirina artêşê” pênase kir û destnîşan kir ku armanca wan a sereke avakirina artêşeke niştimanî ya yekgirtî û dîsîplînkirî ye ku hemû pêkhateyên leşkerî di bin fermandariyekê de bin.
Hemo diyar kir ku ew di nav avahiya îdarî ya leşkerî de berpirsê “Herêma Rojhilat” e û Wezareta Parastinê, Sûriye kiriye 5 herêmên sereke.
Sîpan Hemo bal kişand ser Herêma Rojhilat ku parêzgehên Reqa, Dêrezor û Hisîçayê li xwe digire û eşkere kir ku ji bo rûniştandina avahiya rêxistinî xebateke zêde tê kirin lê hîn pirsgirêkên hevahengiyê hene.
Sîpan Hemo li ser vê mijarê got:
“Niha em di qonaxa avakirina artêşa Sûriyeyê de ne.
HSD tevlî artêşê bû, her wiha bi dehan pêkhateyên din ên leşkerî jî tevlî bûn.
Lê hevahengî hîn jî pirsgirêk e û em hîn negihîştine şemayeke giştî ya leşkerî ya ji bo artêşê.
Ji bo parastina dîsîplîna giştî pêdivî bi pergaleke navxwe ya berfireh heye.
Qonaxa bê dê li ser temamkirina artêşê, yekkirina cihên niştecihbûnê û bidawîanîna komikbûnê be.”
“4 lîwa tevlî bûn”
Hemo di hevpeyvîna xwe ya bi ANHAyê re de ragihand ku HSD bi yekîneyên fermî tevlî artêşê bûye û xebatên pratîkî dest pê kirine.
Wî diyar kir ku li Kobanî, Hisîça, Qamişloyê û Dêrikê 4 lîwa hatine avakirin û van yekîneyan li akademiyên leşkerî dest bi perwerdeyê kiriye.
Cîgirê Wezîrê Parastinê anî ziman ku hejmara şervanên HSDyê ji van lîwayan zêdetir e û li ser bicihkirina wan lêkolîn didomin.
Wî destnîşan kir ku lêkolîn li ser wê yekê tên kirin ka dê şervanên din wekî tabûr, yekîneyên zêde an jî lîwayên nû tevlî artêşê bibin.
Vegera li Efrînê
Sîpan Hemo li ser rewşa Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî jî bal kişand ser rola ciwanên Efrînî ya di têkoşîna li dijî DAIŞê de û mafê wan ê vegera li ser axa xwe parast.
Hemo diyar kir ku şervanên Efrînî dikarin di nav yekîneyên leşkerî yên herêma xwe de wezîfeyê wergirin û Wezareta Parastinê jî ev pêşniyar bi erênî qebûl kiriye.
Wî ragihand ku dewleta Sûriyeyê ji bo vegerandina hemû koçberan, di nav de xelkê Efrînê jî, biryardar e.
Dosyeya girtiyan
Hemo li ser mijara girtiyan rexneyên tund li birêvebirina pêvajoyê girtin û diyar kir ku sozên ji bo berdana girtiyan a beriya Cejna Remezanê bi temamî nehatine cih.
Sîpan Hemo li pey çû:
“Vê mijarê em gelekî westandin. Birêz Wezîr gotibû em dê hemû girtiyan beriya Cejna Remezanê berdin lê ez fêm nakim çima ev yek pêk nehat.
Girêdana mijara girtiyan bi zextên siyasî ve ne exlaqî ye.
Em dixwazin ti girtî, bi taybetî jî şervanên HSDyê di girtîgehan de nemînin.
Mafê gelê Kurd û dayîkên girtiyan heye ku hesab ji me bixwazin çimkî me peyman îmze kir lê zarokên wan hîn girtî ne.”
Mafên Kurdan û destûra nû
Hemo di dawiya axaftina xwe de bangî hemû Sûriyeyiyan kir ku ji bo Sûriyeyeke yekgirtî bixebitin û destnîşan kir ku parastina Kurdan a li Sûriyeyê bi misogerkirina mafên wan ên destûrî pêkan e.
Sîpan Hemo got:
“Hinek dipirsin, ma me winda kir? Ma em vegeriyan xala sifirê? Na, em negeriyan.
Niha cîhan li ser Pirsgirêka Kurdan diaxive.
Ev encama têkoşîn, ked û xwîna şehîdên me ye lê ji bo parastina van destkeftiyan pêdivî bi destûreke berfireh a Sûriyeyê heye.
Divê em bi her awayî beşdarî pêvajoya nivîsandina destûrê bibin.”