Îranê 2 girtiyên Kurd û Azerî îdam kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Desthilata Dadê ya Îranê ragihand ku wan 2 girtiyên Kurd û Azerî bi tohmeta sîxuriya ji bo Îsraîlê bi dar ve kirine.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Desthilata Dadê ya Îranê (Mîzan), vê sibeha nûçeya bidarvekirina 2 girtiyên bi navên Nasir Bekirzade û Yequb Kerîmpûr belav kir.
Li gorî Mîzanê, ew girtî bi tohmeta sîxuriya ji bo Îsraîlê hatine bidarvekirin.
Ajansa nûçeyan Mîzanê ya girêdayî Desthilata Dadê ya Îranê got:
"Piştî bidawîbûna qonaxên qanûnî yên ji aliyê Dîwana Bilind a Welêt ve cezayê darvekirinê yê Nasir Bekirzade û Yequb Kerîmpûr derketiye."
Desthilata Dadê ya Îranê diyar kir ku cezayê wan her du kesan vê sibehê hatiye bicihanîn lê behsa cihê bidarvekirina wan nehatiye kirin.
Hinceta "sîxuriyê"
Nasir Bekirzadeyê 26 salî Kurd e û xelkê Urmiyeyê ye.
Şaxa 39an a Dadgeha Şoreşê ya Îslamî bi hinceta "komkirina zanyariyan li ser berpirsan, kesên olî û cihên hestiyar ên wekî Netenzê û şandina wan ji bo derveyî Îranê" cezayê darvekirinê dabû wî.
Li gorî rêxistinên mafên mirovan, Nasir Bekirzade 25ê Nîsanê ya 2026an bangî Ofîsa Bicihanîna Cezayan a Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê hatibû kirin.
Li wir biryara dawî ya cezayê darvekirinê ku ji aliyê Şaxa 39an ê Dîwana Bilind a Welêt ve hatibû dayîn, bi awayekî fermî jê re hatibû ragihandin.
Dema şerê 12 rojî de hatibû desteserkirin
Welatiyê Azerî Yequb Kerîmpûr peyrewê ola Yarsan bû û dema şerê 12 rojî yê navbera Îran û Îsraîlê de hatibû desteserkirin.
Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Urmiyeyê bi hinceta "sîxuriya ji bo Îsraîlê" cezayê darvekirinê dabû wî û meha borî jî Şaxa 9an a Dîwana Bilind cezayê wî pesend kiribû.
Ji destpêka adarê ve li Îranê herî kêm 21 kes hatine bidarvekirin.
Ew kes bi hincetên wekî "şerê çekdarî yê li dijî Komara Îslamî ya Îranê, têkdana ewlehiya niştimanî û hevkariya bi Îsraîl û Amerîkayê re" hatin bidarvekirin.