Elî Zeydî li Herêma Kurdistanê ye
Hewlêr (Rûdaw) - Namzedê raspartî yê ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê Elî Zeydî, îro beriya nîvroyê gihîşt Herêma Kurdistanê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê Elî Zeydî pêşwazî kir.
Şandeyeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li balafirgehê di pêşwaziya Zeydî de bû.
Di nav şandeyê de Berpirsê Desteya Kargerî ya Mekteba Siyasî ya PDKyê Fazil Mîranî, Wezîrê Karên Derve yê Îraqê û Endamê Mekteba Siyasî ya PDKyê Fuad Husên û Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê û Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê Rêber Ehmed hebûn.
Her wiha çend berpirsên din jî beşdarî merasîma pêşwaziyê bûn.
Serokê Hevpeymaniya Esasê ya Îraqê Muhsîn Mendelawî, Serokê Hevpeymaniya Nehcî Wetenî Ebdulhusên Mûsewî û Sekreterê Çarçoveya Hevahengiyê Ebas Amirî jî bi Elî Zeydî re ne.
#WÊNE - Mesrûr Barzanî û Elî Zeydî civiyan
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 2, 2026
🤝 Serokwezîrê erkdarî yê Îraqê Elî Zeydî li gel hejmarek endamên Çarçoveya Hevahengiyê li Herêma Kurdistanê ye
📍 Elî Zeydî dê bi Serok Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî re jî bicive pic.twitter.com/DjpNnFoHHR
Rojev avakirina hikûmeta nû ye
Elî Zeydî dê bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re bicive.
Armanca sereke ya van civînan gotûbêjkirina pirsa pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê ye.
Dê serdana Silêmaniyê jî bike
Piştî temambûna civînên li Hewlêrê, Elî Zeydî dê serdana Silêmaniyê jî bike.
Tê çaverêkirin ku Zeydî li wir bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî re bicive.
Elî Falih Zeydî 27ê Nîsana 2026an bi mebesta avakirina hikûmeta nû hatibû raspartin.
Ji bo avakirina kabîneya xwe ya nû tenê 30 rojên wî hene.