Tendirustiya Nahîde Refîq Hilmî xirab e
Silêmanî (Rûdawe) - Berî çend rojan nivîskara Kurd Nahîde Refîq Hilmî ji ber têkçûna rewşa wê ya tendirustî, ket jêr çavdêriya bijîşkan û saxlemiya wê xirab e.
Nahîde Refîq Hilmî nivîskareke hêja ye û çend pirtûk belav kirine. Herwiha bi sedan gotar û nivîsar li ser edebiyata Kurdî di rojname û kovarên Kurdî û Erebî de weşandine û keça serokê Partiya Hîwa mamoste Refîq Hilmî ye.
Nahîde ji ciwaniya xwe ve ji nivîsandinê hez kir û yekemîn keça Kurd bû ku di salên pênciyan de ji bo xwendinê çû derveyî Kurdistanê û master di zanînên siyasî de bi dest xist. Ew li piraniya welatên cîhanê geriyaye û zimanên Erebî û Kurdî û Ingilîzî bi başî dizane.
Ji pirtûkên çapkirî yên Nahîdeyê: Serpêhatiyên Refîq Hilmî û pirtûkek li ser giya û riwekan û pirtûkek li ser awayê çêkirina xwarinê û herwiha bîranînên xwe jî nivîsandine.
Tevî ku ew niha kêliyên xwe yên dawî li vê dinyayê dijmêre, lê hertim çavên wê li azadî û serxwebûna gelê wê bûn. Ev wêneyê ku ji bo cara yekemîn tê belavkirin, dema vegera Mistefa Barzanî ji Sovyetê ye. Barzaniyê Nemir li Bexdayê serdana mala Refîq Hilmî kir û di wêneyê de Nahîde Hilmî û Duriye Ewnî diyar dibin.