Li Kampa Holê endamekî DAIŞê hat girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Kampa Holê ya bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya operasyonên ewlehiyê de çekdarekî DAIŞê hat girtin.
Li gorî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) operasyon bi hevkariya hêzên Hevpeymaniya Navneteweyê ya li dijî DAIŞê hatiye kirin û DAIŞiyekî Îraqî hatiye girtin.
DAIŞiyê ku hatiye girtin beşdarî şer û kiryarên DAIŞê yên li Îraqê bûye.
Wî endamî di nava kampê de dest bi çalakiya xwe ya di nava DAIŞê de kiriye.
Ew li ser tomarkirin û berhevkirina agahiyên têkildarî kampê û tevgerên şaneyan DAIŞê yên li hundirê kampê kar dikir.