Li Amedê hezar dekar ceh û genim şewitîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Karazê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, nêzîkî hezar dekarî ceh û genim şewitîn.

Li gundê Şêx Omeranê yê navçeya Karazê ya Amedê ji ber sedemeke ne diyar agir bi zeviyan ket.

Ji ber bandora ba agir di demeke kurt de belav bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên parastina sivîlan, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Agir di encama xebatên gundiyan û tîman de hat vemirandin.

Di encama agir de nêzîkî hezar dekarî erdên ceh û genim şewitîn û zerereke zêde çêbû.