Şaredariya Amedê kursên Kurmancî û Kirmanckî dan destpêkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo mehên havînê kursên Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) û hunerî vekirin.
Serokatiya Daîreya Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo mehên havînê ji welatiyan re kursên Kurmancî û Kirmanckî û hunerê dan destpêkirin.
Şaredarî dê hemû kursan belaş bide welatiyan û ji bo kursan ti pereyekî ji welatiyan wernagire.
Di 3 kategoriyan de dê 17 kurs bên vekirin. Kursên Kurmancî û Kirmanckî dê li ser astên A1 û A2 bên dayîn.
Di warê hunerê de jî dê kursên tembûr, keman, ney, bilûr, gîtar û kursên şêwekarî, cam û seramîkê bên dayîn.
Ji bo zarokên di navebra 4 û 7 salî de jî dê kursên taybet bên dayîn.
Serlêdanên kursan bi awayekî online li ser malpera www.dismek.org.tr tê kirin.
🎻 Ücretsiz Yaz Kurslarımıza Başvurular Başladı 🎨
— Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi (@diyarbakirbld) June 2, 2025
📌 Kültür ve Sosyal İşler Dairesi Başkanlığımız, yaz aylarında yurttaşların ücretsiz olarak faydalanacağı dil, müzik ve görsel sanatlar alanında çeşitli kurslar düzenleyecek. Dil kurslarında Kürtçenin Kurmancî ve Kirmanckî… pic.twitter.com/FxejqE7qsN