Eren Keskîn: Divê Tirkiye mafê hêviyê bi cih bîne
Mêrdîn (Rûdaw) - Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn li ser bicihanîna mafê hêviyê got,"Ev bicihanîna mafê hêviyê ji bo Tirkiyeyê ne lutif e, erk e divê Tirkiye bi cih bîne."
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Mêrdînê panela "Aştî û Mafê Hêviyê" li dar Xist.
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Mêrdînê bi beşdariya endamê Heyeta Îmraliyê Ahmet Turk, Hevseroka ÎHDyê Eren Keskîn û Serokê Baroya Amedê Abdulkadir Guleç panela "Aştî û Mafê Hêviyê" li dar xist.
Di panelê de qonaxa ku pêvajoya aştiyê tê de ye hat nirxandin û ji bo pirsa Kurd di demeke kurt de bigihîje çareseriyê û ji bo avêtina pêngavên destpêkê bang li desthilatê hat kirin.
"Di nav Kurdan de rexne û bêbawerî hene"
Endamê Heyeta Îmraliyê Ahmet Turk rexneyên xwe wiha anîn zimên:
"Rexne hene, a rast bêbaweriyek heye ji hela gelê Kurd ve. Ew dibêjin samîmiyet tune ye. A rast, me di serî de samîmiyetek dît.
Ev daxwaza Kurdan a aştiyê ya cidî, xwefesixkirin û biryara çekberdanê ya PKKyê destê Kurdan zexm kiriye.
Heke Tirkiye di vê pêvajoya aştiyê de bersivek nede bendewariyan, dê Tirkiye winda bike."
Axivêra panelê Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî li gel rêberê PKKyê Ebdullah Ocalan, ji bo tevde girtiyên siyasî yên ku ji 25 salan zêdetir in di girtîgehê de ne, daxwaza bicihhanîna mafê hêviyê kir.
"Divê Tirkiye mafê hêviyê bicih bîne"
Eren Keskînê got, "Ev bicihanîna mafê hêviyê ji bo Tirkiyeyê ne lutif e, erk e divê Tirkiye bicih bîne.
Çimkî Tirkiye aliyê peymana mafê mirovan a Ewropayê ye û Tirkiye mecbûr e pabendî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bibe.
Ji ber wê jî Tirkiye mecbûr e bikaranîna mafê hêviyê bixe meriyetê.
Helbet ev daxwaza me di serî de ji bo Ocalan e û her wiha ev daxwaz ji bo hemû girtiyên ku bi cezayê girankirî yê heta hetayê hatine cezakirin e."
Beşdarên panelê jî sebaret bi lidarxistina panelê û hayîdarkirina ji pêvajoyê amaje bi girîngiya bernameyên bi vî rengî anîn û ji bo çareseriya pirsê daxwaza guherînên pêwîst kirin.
"Daxwazên me eşkere ne"
Dr. Kamîran Yildirim xwestekên xwe bi vî rengî anîn zimên:
"Daxwazên me eşkere ne. Daxwaza me mafê demokrasiyê ye, mafê însanetiyê ye, mafê girtiyên nexweş e, mafê însanê ku bi salane girtî ne û werin berdan."
"Li Tirkiyeyê qanûn tenê ji bo miletekî hatiye avakirin"
Hiqûqnas Erdal Kuzu jî wiha got, "Li Tirkiyeyê problema mezin ew e ku qanûn tenê ji bo yek miletekî hatine avakirin.
Li Tirkiyeyê tenê Tirk tune ne. Kurd hene, Asûrî hene, Ereb hene.
Qanûn divê ji bo her hemûyan were avakirin. Wek hiqûqnasek di vê pêvajoyê de bendewariya me ev e."
Panela "Aştî û Mafê Hêviyê" bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.