Siyamend Haco bû serokê Bereya Kurdistana Sûriyeyê

02-06-2025
Hisên Omer
Nîşan Siyamend Havo Bereya Kurdistana Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedar Siyamend Haco bû serokê Bereya Kurdistana Sûriyeyê.

Bereya Kurdistana Sûriyeyê ku ji çend partiyên Rojavayê Kurdistanê pêk tê ji bo hilbijartina serokê bereyê kongreya xwe li dar xistiye.

Berê Kurdistana Sûriyeyê di daxuyaniyekê de ragihand ku Serokê Şepêla Azadiyê Siyamend Haco wekî serokê Bereyê hatiye hilbijartin.

Li gorî daxuyanuyê, Siyamend Haco li şûna Sekreterê el-Partiyê Ebdilrehman Hebeş hatiye destnîşankirin.

Hat ragihandin ku Haco dê 6 mehan li ser vê postê bimîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst