Altan Tan: PKK û dewlet her du jî dibêjin ti bazar li holê nînin
Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û siyasetmedar Altan Tan diyar kir ku hem PKK û hem jî dewlet dibêjin ku wan ti soz nedaye hevdû û bazar bi hev re nekiriye.
Siyasetmedar û parlamenterê berê yê HDPyê Altan Tan li ser pêvajoya çareseriyê bersiv da pirsên Sîma Abxizirê.
Tan eşkere kir ku ev pêvajoyeke gelekî girîng û hem gelê Kurd û hem jî gelê Tirkiyeyê dixwaze ev pêvajo serkeftî be.
Pêvajo ji du qonaxan pêk tê
Siyasetmedar Altan Tan diyar kir ku pêvajo ji 2 beşan pêk tê û got:
"Gava yekem berdana çekan e. Çimkî hem Abdullah Ocalan hem Recep Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî jî got ku wan ti bazar bi hev re nekiriye.
Wan ti sozên dûr û dirêj nedaye gava yekem berdana çekan e.”
Nivîskar Tan eşkere kir ku gava duyem ew e ku piştî danîna çekan rêyên muzakereyê werin vekirin û kî çi dixwaze dikare bêje.
"PKKyê çek teslîm nekirine"
Altan Tan diyar kir ku heta niha PKKyê biryara danîna çekan daye lê çekên xwe teslîm nekirine û wiha domand:
"Ew jî dibêjin û dixwazin dewlet hin gavan bavêje. Hem Devlet Bahçelî hem jî Recep Tayyîp Erdogan dibêjin wan ti soz û bazar bi kesî re nekiriye.
Ew dibêjin bila qonaxa yekem bi dawî bibe piştre em dê gavan bavêjin."
Her demê xêrxwaz û xêrnexwaz hene. Beriya 10-12 salan jî hin kesan xwest pvajo serkeftî be.
Hin aliyan jî nexwest. Îro jî wisa ye gelek kes dixwaze ev pêvajo serkeftî be lê di nav dewleta kûr de hin kes naxwazin.
Hin dewlet hene naxwazin ew pêvajo serkeftî be û ji ber wê jî divê gotinên navbera Ocalan û dewletê zû bi zû bên bicîhkirin.
"Garantorekî navneteweyî heye"
Altan Tan amaje pê kir ku di vê pêvajoyê de garantorekî navneteweyî heye lê ev yek nayê eşkerekirin û got:
"Ne parlamenterên AK Partî ne jî yên DEM Partiyê jî vê meseleyê nizanin.
Komeke kêm a dewlet û komeke kêm a PKKyê hurgiliyên pêvajoyê dizanin û ew jî eşkere nakin."