Amed (Rûdaw) - Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Kemal Burkay, rexne li avakirina qereqolên nû yên ji aliyê artêşa Tirkiyê ve li bakûrê Kurdistanê tên dirûst kirin kir.
Kemal Burkay di nivîsa xwe ya di rojnameya Dengê Kurdistanê de ragihand ku piştî vekişîna gêrîlayên PKKê dest pêkiriye, avakirina van qereqolan li bakûrê Kurdistanê bê wateye.
Burkay diyar kir ku piştî pêvajoyek aştiyê dest pêkir, pêwîste pêngavên piştgiriyê bide pêvajoyê bên avêtin û wiha got: “Pirsgirêk û mafên gelê kurd di riyên diyalogê re bên çareser kirin.”
Kemal Burkay dest nêşan kir ku li bakurê Kurdistanê bi navê piştgiriya Taksîmê hin çalakî û xwepêşandan hatin kirin, pêwîste gelê kurd hişyar be. Burkay destnîşan kir ku dibe hin kes bixwazin gel bikişînin kolanan û hin karên provekatîv bikin.
Serokê HAK-PARê da zanîn ku Saddam Huseyîn bi salan bi kurda re şer kir, gelek qereqol û avahiyên leşkerî jî avakirin û wiha got: “Lê di dawiyê de jî encamên wan kiryaran li ber çavane.”
Serokê HAK-PARê Kemal Burkay eşkere kir ku pêwîste hemû partî û rêxistinên siyasî û sîvîl daxwazên xwe bi çalakiyên aştiyane bînin ziman û got: “Divê ji şiddetê dûrkevin. Dive herdu alî hikûmeta Tirkiyê, partî û rêxistinên kurd ji kiryarên ku pêvajoyê têk bibe bi dûr devin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse