Nimêja terawîhê li ser banê mizgeftê dikin

02-07-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Li Wêranşehra navçeya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ji ber birîna elektrîkê û hewaya germ, xelk nimêja terawîhê li ser banê mizgeftê dike.

Li Mizgefta Golbaşiyê ya navçeya Wêranşehrê ji ber ku elektrîk tê birîn klîma bi rêkûpêk naxebitin, ji ber vê jî cimaeta mizgeftê biryar da û nimêja terwaîhê li ser banê mizgeftê dikin.

Li gor nûçeya ajansa Andolu, nûnerê navçeyê yê Diyanet Senê û îmamê Mizgefta Golbaşiyê Faruk Çetînkaplan diyar kir ku klîma bi rêkûpêk naxebitin û ji ber germê ew nikarin di mizgeftê de nimêj bikin.

Çetînkaplan herwiha got ku ji bo cimaet bi rehetî nimêj bike biryareke wiha wergirtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst