Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Enternasyonel a Sosyalîst, behsa girîngiya rola Hêzên Pêşmerge kir û piştgiriya biryara pêşeroja Kurdistanê kir.
Enternasyonela Sosyalîst, rêxistineke navneteweyî ye ku ji rêxistinên wekî demokratên sosyal, demokratên sosyalîst û ji partiyên karkeran pêk tê. Di civîniya xwe ya dawîn de daxuyaniyek belav kir û tê de piştgiriya xwe ji bo Kurdistanê nîşan da.
Di daxuyaniyê de dide zanîn ku, di Rojhilata Navîn de bêîstîkrarî, şovenîzma neteweyî, rêveberiyên baş tune ye û ew bûye sedema bêîstîkrariya darayî.
Herwiha di daxuyaniyê de behsa Herêma Kurdistanê, şerên Kurdan û serkeftinên Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê hatiye kirin. Ji aliyê din girîngiya Herêma Kurdistanê bo penaberan hatiye diyarkirin ku ew dikare bibe cihê aramiyê ji bo penaberan.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Li Iraqê şerê Herêma Kurdistanê li dijî DAIŞê gelekî girîng e. Di heman demê de Herêma Kurdistanê ji bo rewşake aram were peydakirin bi dil û can têkoşîna xwe dimeşîne.”
Enternasyonela Sosyalîst di derbarê referandoma serxwebûna Kurdistanê de daxuyaniya xwe wisa domand:
“Em piştgiriya rederandomê dikin û em hêvîdar in ku di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de pêwendiyên hevbeş dê were avakirin.”
Di derbarê Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê jî dide zanîn ku divê Kurd mafên xwe bi rêyên aştiyana bidest bixe û heqê Kurdan e ku biryara pêşeroja xwe bidin.
Enternasyonela Sosyalîst çi ye?
Enternasyonela Sosyalîst, di Tîrmeha 1951an de li bajarê Frankfurtê yê Almanya hatiye damezrandin.
Enternasyonela Sosyalîst navenda wê li Londonê ye û xwediyê 160 endaman e. Ji Herêma Kurdistanê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê di salên 2008-2015an bi şêweyekî fermî bûne endamê wê.
Sekreterê Giştî yê Enternasyonela Sosyalîst Luis Ayala ye û di salên borî de Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talabanî wekî alîkariya sekreterê giştî tê de başdar bûye.
Ji welatê Tirkiyeyê CHP endamê wê ye û Partiya Demoktarîk a Gelan jî ji 2012an pê ve ji statuya çavdêriyê bilindî rawêçkariyê bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse