Siyasetmedarê iraqî: Mafê çarenivîsê mafekî rewa ye
Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Pêwendiyên Siyasî yê Fraksiyona Miwatin a Encûmena Bilind a Îslamî ya Iraqê Mihemed Hûsam el-Hûseynî got, ku ew ne li dijî mafê çarenivîsê ne lê biryara giştpirsiyê ya Herêma Kurdistanê dê gelek pirsgirêkan derbixe.
Berpirsê Pêwendiyên Siyasî yê Fraksiyona Miwatin a Encûmena Bilind a Îslamî ya Iraqê Mihemed Hûsam el-Hûseynî ji Rûdawê re axivî û diyar kir: “Em weke firakisyona Miwatin û Hevpeymaniya Niştimanî, li hember mafê gelên Iraqê dernakevin heger bixwazin çarenivîsa xwe desnîşan bikin. Ji ber ku mafê çarenivîsî mafekî rewa ye.”
El-Hûseynî diyar kir, ku bi tevê ku biryara Herêma Kurdistanê ya ji bo referandûmê rast e jî lê gelek pirsgirêk di vê biryarê de hene û got: “Bi taybetî jî di vê demê de, em nêzîkî rizgarkirina tevahiya xaka Iraqê ji qirêjiya rêxistina DAIŞê dibin û beriya çend rojan serkeftina li dijî DAIŞê li nav Mûsilê hat ragihandin. Lewra pêdiviya me bi nêzîkbûna di navbera hêz û aliyên siyas heye.”
Mihemed Hûsam el-Hûseynî herwiha ragihand: “Ev biryar tevî ku biryareke raste, lê dihêle ku li Iraqê derkeve û wê çend hêz û aliyên iraqî vê yekê weke derfet bibînin da ku êrîşî ser birayên me yên kurd bikin. Ji ber vê yekê em daxwaz ji birayên xwe yên kurd dikin, ku vê delîveyê nexin destê van hêz û aliyan de, ku ev hêz û alî hewl didin rewşa siyasî tevhev bikin û Iraqê vegerînin rewşa berê.”