Du senatorên Amerîkayê serdana Minbicê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Îro duşemê şandeke payebilind a Amerîkayê seredana bajarê Minbicê kir û li gel berpirsên her du Encûmenên Serbazî û Sivîl ên li bajêr civiya.

 

Di civînên şanda Amerîkî de, pêşhateyên herî dawiyê  li herêmê li gel berpirsên Encûmenên Minibic hatin gotûbêjkirin.

 

Şanda Amerîkayê ji senator Lindsey Graham û endamê Encûmena Pîran ji wîlayeta Kalîforniya û Jeanne Shaheen pêk tê.

 

Ji bilî civînên li gel berpirsên her du Encûmenên Serbazî û Sivîl, şanda Amerîkî li nav bazara Minbic geriya û li gel xelkê bajêr li ser rewşa wan a aborî û ewlekarî axifî.

 

Ev seredana şanda Amerîkî piştî demekê ye ku Tirkiyê û Amerîka li ser nexşerêyekê derbarê Minbic de li hev kirine.