Galeriya wêneyan

02-07-2022
18 Photos
RÛDAW

Gola Zirêbar yek ji girîngtirîn deverên geştyarî yê parêzgeha Sinê ya Rojhilatê Kurdistanê ye ku tenê du kîlometre dûrî Merîwanê ye.

Gol ji asta deryayê 1285 metre bilind e. Li jêrê vê golê çend kaniyên ava şirîn hene û tu aveke din naherike vê golê. Di hemû demsalên salê de xwediyê xwezaya xweş e. Ji ber vê yekê her sal gelek geştyar serdana wê dikin.

Gol bi qasî pênc kîlometre dirêj û 1,6 kîlometre fireh e. Kûrahiya golê li hin cihan digihîje 5,5 metreyan. Gol ji aliyekî ve bi daran û li aliyê din jî bi çiyayên Zagrosê hatiye dorpêçkirin.

Gola Zrêbarê bi taybetî legleg mêvandariya zêdetirî 30 cureyên balindeyan dike. Hin ji van balindeyan koçer dikin û li gor demsalan koçî golê dikin. Herwiha çend cureyên masiyan jî di golê de dijîn.

Gola Zirêbar di meha Sibata 2011an de wek mîrateya çandî ya Îranê hatibû tomarkirin

 

Wêne: Salih Qadir/Rûdaw