Konsulê Fransayê pesnê rola Nêçîrvan Barzanî ya di pêşxistina peywendiyên Kurdistanê û Fransayê de da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê ji ber bidawîhatina erkê wî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransayê kir. Konsulê Fransayê di civînê de pesnê rola Nêçîrvan Barzanî ya di pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Fransayê de da.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Yekşemê 2ê Temûza 2023an pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê Olivier Decottignies kir.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê ragihand, di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî spasiya hewlên Olivier Decottignies ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de kir û hêviya serkeftinê di erkî wî yê nû de xwest.

Konsulê Giştî yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê Olivier Decottignies jî spasiya hevkarî û piştevaniya Nêçîrvan Barzanî û aliyên peywendîdar kir ku di erkê wî de piştgirî dane wî û hêvî xwest ku bi heman awayî bi kesê ku dê nû were cihê wî re berdewam be û pesnê rola Nêçîrvan Barzanî ya di pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Fransayê de da.

Her du aliyan her wiha pêşxistina peywendiyên Fransayê û Herêma Kurdistanê û mijarên din ên li ser berjewendiya hevbeş gotûbêj kirin.