32 sal berê li Sêwazê komkujî hat kirin
Hewlêr (Rûda) - Di 32yemîn salvegera Komkujiya Madimakê ya Sêwazê de, bi hezaran kesên ku ji bo şermezarkirina komkujiyê û bibîranîna qurbaniyan hatibûn Sêwazê, ber bi Otela Madimakê ve dest bi meşê kirin.
32 sal di ser bûyera şewitandina Otela Madimakê re derbas bûn.
Di encamê şewitandina Otela Madimakê de 33 kesên ku piraniya wan rewşenbîr û ozanên Qizilbaş (Elewî) bûn canê xwe ji dest da.
Kesên ku di otelê da hatin şewitandin ji bo ku beşdarî Şahiyên Pîr Siltan Evdal bibin çûbûn Sêwazê.
Kesên ku di Otela Madimakê de hatin şewitandin her sal bi çalakiyên cuda tên bibîranîn.
Di 32yemîn salvegera komkujiyê ji bo 33 hunermend û rewşenbîran li Otela Madimakê ya Sêwazê merasîmeke bîranînê tê lidarxistin.
Gelek rêxistinên sivîl, sendîka û welatî beşdarî bîranînê bûne.
Di 32yemîn salvegera komkujiyê de, girse bi banga "Werin Canino, li Dijî Dorpêça Faşîst û Şerîetparêz Bibin Yek" li ber Şaxa Sêwazê ya Komeleya Çandê ya Pîr Siltan Evdal û Şaxa Sêwazê ya Weqfa Çanda Anatoliyê ya Hecî Bektaş Welî li hev civiya û ber bi Otela Madimakê ve dest bi meşê kir.
Di meşê de her wiha navên 33 kesên hatin qetilkirin hatin xwendin û bi yek dengî hate gotin "dijîn."
Di refên pêşîn ên kortejê de, wêneyên kesên ku li Madimakê jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê malbatên wan ve hatin hilgirtin.
Hat dîtin ku polîsan li ser rêya meşê tedbîr girtine.
Parlamenterên CHP û DEM Partiyê û birêvebirên partiyan beşdarî bîranîna li Sêwasê bûn.
Girseya ku dê li ber Otela Madimakê bicive, ewil dê qurnefîlan deyne ber otelê. Piştre jî dê nûnerên rêxistinên sivîl axaftinan bikin.
Komkujiya Madimakê
Di 2yê Tîrmeha 1993yan de, Otela Madimakê ya li Sêwazê ku beşdarên Şahiyên Pîr Siltan Evdal ên ji aliyê Komeleya Çandê ya Pîr Siltan Evdal ve hatibûn organîzekirin tê de diman, hate şewitandin.
Di bûyerê de 33 nivîskar, ozan û rewşenbîrên ku piraniya wan Qizilbaş bûn, li gel 2 xebatkarên otelê canê xwe xwe ji dest da.
Qurbaniyên Komkujiya Sêwazê her sal bi çalakî û bernameyên cuda tên bibîranîn.