Li Xaneqînê qeza, 4 kes mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya di navbera Xaneqîn û Gulaleyê de qezayeke trafîkê çêbû û 4 kes mirin ku 3 ji wan ji heman malbatê ne.
Qaymeqamê Xaneqînê Cewad Feyzulah derbarê qezayê ji Rûdawê re got ku 2 otomobîlan li bin guhê hev xistiye û yek ji wan ji binî şewitiye.
Li gorî agahiyên ku Cewad Feyzulah dane, di vê qezayê de dê Esma Mihemed Elî (32), bav Elî Mistefa Yawer (48) û pitika wan a 6 mehî Larîn Elî Mistefa mirine.
Her wiha kurê wan ê 15 salî Mistefa Elî Mistefa birîndar e û birînên wî xedar in.
Qaymeqamê Xaneqînê diyar kir ku ew malbat Kurd e û ji eşîra Deloyî ye.
Parlamentera Xaneqînê Sozan Mensûrê jî ji Rûdawê re ragihand ku miriyê çaremîn ajokarê otomobîla duyemîn bûye.
Li gorî gotina Sozanê, navê wî Muntesir Kazim Salih (50) e û ew Ereb e.