Erdhejê vê carê Erzirom hejand

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Avnîkê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê saet 16:58an erdhejeke bi hêza 4,1 pileyan rû da.

Li gorî zanyariyên ku Saziya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) li ser malpera xwe ya fermî belav kirine, navenda erdhejê navçeya Avnîkê bûye.

Her wiha hat destnîşankirin ku erdhej di 6,92 kîlometre kûrahiya erdê de çêbûye.