Li Ormiyê operasyona azerîkirina navên qad û kolanan bidawî hat!

02-08-2014
RÛDAW
A+ A-

Ormiye (Rûdaw) - Navên tevahiya qadên bajarê Ormiyê yên Rojhilatê Kurdistanê ji bo zimanê azerî hatin guhertin.

Di rojên bihurî de Şaredariya Ormiyê ferman dabû navên wan taxên bajêr ên ku bi zimanê kurdî hatine nivîsîn, divê bibin azerî ji ber vê jî navên hemû tabelayên dikan û kolanan ên ku bi zimanê kurdî jî hatibûn nivîsandin, bûn azerî.

Li gorî çalakvanên Ormiyê, Şaredariya Ormiyê bi piştgrî û pilana berpirsiyarên hikûmetê li Parêzgeha Ormiyê, tabelayên dikan û navendên ku bi ziman û nasnameya kurdî û farsî hatibûn nivîsandin bi tevahî rakirin û li cihê wan tabelayên bi zimanê azerî daliqandin.

Li gorî agahiyan, ev pêvajo ku 4 roj bûn dest pê kiribû îro bidawî hat.

Her wiha li gorî fermana şaredariyê ku pirraniya rayedar û karmendên wê azerî ne, ji rêveberên herêmî hatiye xwestin mafê ti kesî nîne ku tabelayên kurdî bi dikvanên xwe ve daliqînin û hevdem navên tax, qad û gundên girêdayî bajêr jî bo zimanê azerî hatin guherandin.


Ev biryara Şaredariya Ormiyê û pilanên din ên bi vî awayî rastî nerazîbûna tund a çalakvanên sivîl û siyasî yên kurd li derve û hundir hatiye‌.

Çalakvan ev kiryarên han, wek hewldana ji bo jiholêrakirina nasnameya kurdî ya bajarê Ormiyê û bajarên din ên vê parêzgehê dizanin.

Li gorî çalakvanên kurd, desthilata zêde ya rêveberên parêzgehê û îmkanên wan bi piştgiriya dewletê yek ji sedemên van gav û hewldanên neaşitiyane ne.





Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst