PKK: Haya me ji teqandina boriya petrola Herêma Kurdistanê nebûye
Hewlêr (Rûdaw) – PKKê ragihand, teqandina boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê bi fermana fermandehiya HPGê nehatiye kirin û gerîlayên ku êrişî boriyê jî kirine, nezanîne borî ya Herêma Kurdistanê ye.
Hêzên Parastina Gel (HPG), ku baskê çekdarî yê PKKê ye, daxuyaniyek li ser teqandina boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê û Tirkiyê belav kir.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew ti carî êrişî berjewendiyên Herêma Kurdistanê nakin û teqandina boriya petrola Herêma Kurdistanê bêyî fermana merkezî ya HPGê pêk hatiye.
HPGê di daxuyaniyê de her wiha ragihandiye, ew tîma ku êrişî boriyê kiriye nezaniye borî ya Herêma Kurdistanê ye.
Gerîlayên PKKê roja 29ê Tîrmeha îsal li nêzîkî navçeya Silopî ya Şirnexê, boriya petrolê ya ku di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de hatiye kişandin, teqandibûn.
Ev bûyer rastî nerazîbûna tund a Herêma Kurdistanê hatibû.