XARPÊT - Karkerê ku di bin kana madenê de mabû mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Paloyê ya parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, karkerê ku di encama herifîna kana madenê de di bin axê de mabû, mir.

Bûyer doh demjimêr derdora 09:54an li gundê Kayaonuyê yê navçeya Paloyê qewimî û beşeke kaneke kromê herifî.

Di bûyerê de 3 karkerên ku di kanê de mabûn bi hewldanên xwe rizgar bûn lê karkerê bi navê Hasan Coşkunê 47 salî di bin axê de ma.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û rizgarkirinê çûn cihê bûyerê.

Parêzgariya Xarpêtê ragihand ku piştî xebatên 7 demjimêran, termê Hasan Coşkun hatiye derxistin.

Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.