Mezlûm Ebdî: Me sînorê Tirkiyeyê ji DAIŞê parast

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî eşkere kir ku wan sînorê Tirkiyeyê ji DAIŞê parastiye.

Mezlûm Ebdî ji malpera Indian Express a Hindistanê re axivî û behsa rewşa Sûriyeyê ya piştî rûxandina Esed û paşeroja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kir.

Ebdî da zanîn ku ew dixwazin li gel Hikûmeta Şamê li ser hûrgiliyên peymana tevlîbûna HSDyê ya di nava artêşa Sûriyeyê de bixebitin.

Fermandarê HSDyê û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer, di 10ê Adarê de peymanek îmze kiribûn.

Peyman li ser tevlekirina hêz û saziyên Rêveberiya Xweser a li gel Hikûmeta Sûriyeyê bû.

Piştî çend civînan, di cîbicîkirina peymanê de ti pêşketin çênebûye. Tê payîn ku gera nû ya dan û standinan bi navbeynkariya Fransayê li Parîsê pêk werin.

Wî her wiha behsa astengiyên Peymana 10ê Adarê ya HSD û Hikûmeta Şamê kir.

Fermandarê Giştî yê HSDyê li ser naveroka peymanê got, “Şam dixwaze HSD bi temamî were hilweşandin û şervanên wê tevlî artêşa Sûriyeyê bibin.”

Li gorî gotina Ebdî, ew sîstemeke ewlehiyê ya nenavendî dixwazin ku tê de fermandariya wan wekî xwe bimîne.

Ebdî got: “Em girîngiyeke mezin didin vê peymanê û ji bo cîbicîkirina wê dixebitin.

Me qebûl kiriye ku HSD tevlî artêşa Sûriyeyê bibe lê niha divê em li ser hûrgiliyan bixebitin da ku aramî têk neçe û kes valahiya ewlehiyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar nîne.”

Fermandarê HSDyê destnîşan kir ku ew ji bilî sîstema nenavendî, mafên neteweyî û olî jî dixwazin.

Mezlûm Ebdî di berdewamiyê jî de eşkere kir ku ew bi taybetî dixwazin nasnameya Kurdan bê naskirin û wekheviya zayendî hebe lê Şam van daxwazan red dike û wan wekî binpêkirina serweriya dewletê dibîne.

Fermandarê HSDyê bawer dike ku piştî rûxandina desthilata Beşar Esed, ji bo demokrasiyê derfeteke baştir çêbûye.

Bi dîtina wî, tenê bi sîstemeke nenavendî li Sûriyeyê demokrasî dikare misoger bibe.

Me sînorê Tirkiyeyê ji DAIŞê parast

Mezlûm Ebdî behsa pêwendiyên HSD û Tirkiyeyê jî kir.

Ebdî bangî Tirkiyeyê kir ku helwesta xwe ya li hemberî Rojavayê Kurdistanê biguherîne û wiha got:

"Piştî wê bangê, (Peyama Abdullah Ocalan) agirbest hat ragihandin û êrişên dewleta Tirkiyeyê yên li ser me rawestiyan.

Ji ber vê yekê alozî gelek kêm bûne. Ev jî rê li ber Kurdan xweş dike ku tevlî avakirina Sûriyeyeke nû ya demokratîk bibin.

 HSD û Rêveberiya Xweser ti carî ji bo Tirkiyeyê nebûne gef. Berovajî, me sînorê Tirkiyeyê ji DAIŞê parast û me aramî li ser sînoran misoger kir.

Eger Tirkiye di nav xwe de mafên Kurdan nas bike, divê li Sûriyeyê jî heman tişt were kirin."